Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kesê ku Quran Şewitandibû li Swêdê Hate Kuştin

Karbidestên Swêdê îro Pêncşemê ragihand ku Selwan Momîka li mala xwe ya li bajarokê Sodertalje, li başûrê Stockholmê, di encama êrîşêke çedar de hatiye kuştin.

Selwan Momîka li Swêdê di 2023an de gelek caran Quran şewitandibû û bûbû sedema bertek û nerazîbûnên tund yên welatên Misilman.

Gelek dezgehên ragihandinê got ku dibe ku gulebarankirina Momîka li ser medyaya civakî zindî hatibe weşandin.

Dozger Rasmus Oman ji AFP'ê re got ku derbarê kuştina Momîka de de lêpirsîn hatîye vekirin û 5 kes hatine desteser kirin.

Serokwezîr Ulf Kristersson di preskonferansekê de got ku dibe ku di kuştina Momîka de hêzeke bîyanî hebe.

"Ez dikarim garantî bikim ku ajansên ewlehîyê bi kûrahî di nav vê yekê de ne, jiber ku eşkere metirsî heye ku pêwendîyek (wî) bi hêzek bîyanî re jî hebe."

Cîgirê Serokwezîr Ebba Busch jî kuştina Momîka wek gefeke ser demokrasîya Swedê bi nav kir û got ku divê ewkiryar bi hêzeke xurt ya civakî were bersîvandin.

Momîka, ku 38 salî ye, Îraqîyekî Xiristîyan bû û li Swedê wek pênaber dijîya. Ew di 28’ê Adara 2024’an de ji alîyê polîsên Norwecê ve hatibû desteser kirin.

Di Tebaxê de, Momîka û hevalê wî yê xwepêşander Selwan Necem di havîna 2023 de çar caran bi azirandina dijî komeke etnîkî hatibûn tawanbar kirin û li ber bû ku Dadgeheke Stockholmê îro Pêncşemê di doza Momîka de biryara xwe eşkere bikira.

Lê, dadgehê ragihand ku wê jiber mirina Momîka biryara xwe heta 3’ê Sibatê bi paş xistîye.

Di Cotmeha 2023’an de, sazîya koçberî ya Swêdê, bi sedema ku wî di serîlêdana xwe de agahîyên nerast daye, destûra rûniştina Momîka betal kiribû. Ew herwiha rûbirûyê gefa dersînorkirinê bû jiber ku Îraqê berîya mehekê ji Swedê daxwaza radestkirina wî kiribû.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG