Karbidestên Lubnanî îro Înê ragihand ku rojnamevanekî Amerîkî, ku ji hêla rejêma Sûrî ve li Qamişlo hatibû desteser kirin, bi spasîya navbeynkarîya Lubnanê hate berdan.
Karbidestên Lubnanî navê hemwelatîyê Amerîkî zelal nekir, lê dêûbavê rojnamevan Sam Goodwin, Ann û Thomas Goodwin ragihand ku kesê azadkirî lawê wan e.
“Em sipasdar in ku emê careke din bigehijin kurê xwe Sam. Ew bijûn e û ligel malbata xwe ye. Em spasdarê generalê Lubnanî Abbas Îbrahîm û kesên din in ku kêda wan di berdana kirê me de heye.”