Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Şamê, Trump jiber Gotinên Ser Girên Golanê Şermezar Dike


Li ber Girên Golanê
Li ber Girên Golanê

Sûrîyê, gotinên Serokê Amerîka Donald Trump yên ser naskirina ‘’desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê’’ şermezar kir.

Ajansa fermî ya Sûrîyê ragihand ku rêvebirîya Şamê gotinên Trump ‘’dûrî berpirsîyan’’ dibîne û dîyar kir ku Amerîka ‘’biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bêfedî binpê dike’’

Di daxuyanîya Şamê de hat gotin ku Girên Golanê ‘’bi her awayî axa Ereb e û ya Sûrîyê ye’’

Trump do Pêncşemê ji Twitterê gotibû ku ‘’êdî dem hatiye ku Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê nas bike’’ û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ji Twitterê spasîya wî kiribû.

XS
SM
MD
LG