Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Beravên 'San Diego' Du Keşt Jêrav Dibin, 8 Kes Mirî 7 Kes Jî Winda Ne


Li nîzîk peravên San Diegoyê yê wîlayeta Kalîfrniyayê bi kêmî ve heşt kes mirin û 7 kes jî winda ne, ev yek ji aliyê karbidestên hawarçûnê roja Yekşemê hat ragihandin.

Tê gumankirin ku keştiyên jêrav bûne, ji bo karê qaçaxçiya koçberan hatine bikar anîn.

Tîmên hawarçûnê yên herêma San Diego direngî şeva Şemiyê dest bi lêgerînan kirîye bo rizgarkirina qurbaniyan, piştî ku bi zimanê Îspanî telefona 911 hatî kirin û ragihnadî ku hin keştî li beravê di rewşek tengasiyê de ne.

James Gartland, berpirsê beşê karmendên agikujiyê li San Diego ragihand ku tîma wan ya rizgar kirinê gihişte cihê bûyerê dibînin ku li herêmeke 366 metran bilind du keştiyên nêçîrê jêrav bûne, ew şiyan termên 8 mirîyan di nav avê de û li beravê bibînin.

Jêder: Reuters/AP

XS
SM
MD
LG