Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sancar: AKP di 21 Salên Borî de Tirkîye Bir Nava Felaketan


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar îro Înê hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) rexne kir û got ku wê di 21 salan de Tirkîyê ber bi felaketan ve biriye.

‘’Birçibûn, xizanî, şer, mêtin, rant, talan, çi bixwazî li cem wan heye. Lê, birçibûn û perîşanî ne qeder e, lê daxwaza desthilatê bi xwe ye’’ Sancar li li Merkezefendî ya bajarê Denîzlî got.

Wî Sancar dîyar kir ku ewê desthilatê gêr bikin û sîstema heyî biguherînin.

Hevserokê HDP’ê got ku ew li Tirkîyê misogerîya aştî û demokrasîyê ne û ewê li Denîzlî herî kêm 1 parlamanter bişînin meclîsê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku HDP, jiber doza ser girtina partîyê dê di 14’ê Gulanê de ji lîsta Partîya Çep ya Kesk here hilbijartinan.

Jêder: Ajansa Mezoptomaya

XS
SM
MD
LG