Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sancar Dibêje Ewê Hemî Lîstikên Desthilatê Têk Bibin


Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, piştî eşkerekirina ketina hilbijartinê ya bin navê Partîya Çep ya Kesk got ku hêzên demokrasîyê neçar in ku dijî hemî lîstikên kîret yên deshilatê bibin yek.

Sancar di civîna Civata Şêwirmendî ya HDPê li Stenbolê got ku tevlêbûna hilbijartinê ya bi navê HDP’ê xeter bû, loma wan biryar da ku di bin sîwana Partîya Çep ya Kesk de bikevin hilbijartinê.

“Dijî me pergaleke xirabîyê ya rêxistinkirî heye ku hemî awayên zordestîyan rewa dibîne û tim hewil dide nîfaqê têxe navbera hêzên demokrasîyê. Em ji vê yekê haydar in û bi biryar in ku vê sîstema xirabiyê hilweşînin û hêza me têrî wê yekê dike.”

Sancar herwiha got ku piştî erdhejê wan biryar da ku polîtîkaya derxistina berbijarîya serokomarîyê jinûve binirxînin.

“Xebatên me yên jibo destnîşankirina namzetekî, berî erdhejê ber dawîyê bûn, lê bi erdhejê ne tenê erd, lê sîstema rizî jî hilweşî û gelê me berdelên giran dan.”

Sancar di axaftina xwe de qala hêvîyên xwe yên hilbijartinê jî kir û got ku gel dixwaze ku ev desthilata sîstema xirabîyê bi dawî were û guherîneke demokratîk çêbe.

”Em ji erka xwe haydar in û bi têkoşîna hevpar ya hêzên demokrasîyê tevdigerin. Hem jibo hilbijartinê û hem jî jibo avakirina jîyaneke nû ev yek hewce ye. Em navnîşan û misogerîya guherînê ne û gelê me bi hêza xwe vê desthilatê têk bibe. Hêzên demokrasîxwaz neçar in ku dijî hemî lîstikên qirêj, planên kaosê û derewên vê desthilatê bibin yek. Emê bi hevre serketî bin û xencî wê rêyeke din tuneye.”

Hêjayî balkişandinê ye ku Sancar şeva Çarşemê gotibû ku ewê di bin navê Partîya Kesk ya Çep bikevin hilbijartinan jiber ku doza girtina HDP’ê dijî wan wek gefekê tê xebitandin.

XS
SM
MD
LG