Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar îro beşdarîya girseyî ya Newroza Amedê kir.
Sancar di axaftina xwe de got ku ewê bi berxwedan û sekneka xurt ya gelan, bi meşa wan û bi hevpeymanîya nû jîyaneke nû ava bikin.
“Emê li ser vê axê zimanekî hevpar ava bikin û ruhekî nû biafirînin. Ev ziman û ruhê nû, çavkanîya têkoşînê ye. Mîna agirê Newrozê dil û rêya me ronî dike. Em baş dizanin ku heta zimanekî nû nebe, afirandina jîyaneke nû ne pêkan e. Loma emê ziman û jîyaneke nû ava bikin û emê bê guman aştîya mezin jî bînin welatê xwe.”
Sancar di axaftina xwe de bal kişand ser erdhejên wêranker û got ku ew vê Newrozê di bin sîya malwêranîya erdhejê de pêşwazî dikin.
“Êşa me mezin e, şîna me heye lê li hêla din hêrsa me heye. Emê vê hêrsa xwe veguherînin têkoşînê û bi vê têkoşînê jî jîyana nû ava bikin. Sedema ku ev erdheja mezin desthilata AKP û MHP’ê ye û wan bi polîtîkayên xwe yên dizî û talanê ev welat ber bi hilweşînê ve bir. Êdî dem hatiye ku em ji vê desthilatê îktîdarê bifilitin. Ev Newroz deng û vîna we ya xurt nîşan dide.”
Sancar herwiha li ser hibijatina 14ê Gulanê jî peyîvî û got ku ew wek Hevpeymanîya Ked û Azadîyê bi ser kevin û vê desthilatê têk bibin û vê sîstema heyî biguherînin.
“Em pêşwazîya Newrozê dikin, lê ji sîyaseta şer û kedxwarî û talanê re dibêjin na. Em dixwazin welatekî nû, jîyaneke nû ava bikin. Loma em ji Newrozê re dibêjin silavb, lê ji desthilatê re dibêjin oxir be!”
Jêder: Ajansa Mezopotmaya