Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanchez bi Guman E ku Îsraîl li Gazayê li Gor Hiqûqa Navnetewî Tevdigere


Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez got ku ew bi guman e ku Îsraîl li Gaza li gor hiqûqa navneteweyî tevdigere.

Sanchez dîyar kir ku gava ew hejmara kuştîyên sîvîl yên li Gaza dinêre, ew dikeve gumanan.

‘’Dîmenên em dibînin, zêdebûna kuştina zarokan. Bi van gumanên cidî çêbûne ku Îsraîl li gor hiqûqa mirovahî ya navneteweyî tevnagere. Bi ti awayî nayê qebûl kirin bi hezaran zarok jî di nav de sîvîl werin kuştin."

Karbidestên Filîstînî dibêjin ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 15,000 kes hatine kuştin.

Hamas û Îsraîlê hefteya borî ser navbereka mirovahî li hev kirin û di vê navberê de hin dîlên Îsraîlê yên di destê Hamasê de û girtîyên Filîstînî hatin berdan.

Her du alîyan îro Pêncşemê ragihandin ku navbera mirovahî jibo roja 7’an jî hatiye dirêj kirin.

Hikûmeta Îsraîlê dîyar kir ku lîsta dîlên Hamas dê ser dirêjkirina navbera mirovahî berde giheştiye destê wan.

Bi lihevkirina ser navbera mirovahî heta niha 97 dîl û 210 girtîyên Filîstînî hatine berdan.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG