Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez îro Çarşemê karsazê milyardêr yê Amerîkî Elon Musk rexne kir.
Sanchez bê ku navê Musk rasterast bide got ku ew mudaxale li sîyaseta Ewrupa dike û zararê dide demokrasîyê.
‘’Rastgirîya tundrê ya em li Îspanya bi salan e dijî wê ne niha di vê rewşê de ji alîyê zilamê herî dewlemend yê cîhanê ve tê birêve birin, eşkere êrîşî sazîyên me dike, nefretê gur dike û bi awayekî piştgirî dide wan kesan ku li Almanya didin dû Nazîzmê’’
Wî ew axaftin li Madrîdê di salvegera 50an ya mirina dîktator Francisco Franco de kir.
Musk roja Yekşemê li X’ê ser nivîseke derbarê girtinên tecawuzî yên li Katalonya ya li rojhilata bakurê gotibû ku piranîya wan bîyanî ne.
Ewê di hikûmeta Serokê hilbijartî yê Amerîka de jibo rêvebirina hikûmetê wek şîretvan kar bike.
Sanchez dîyar kir ku demokrasî dikare zû bişikê û got ku gefa dijî wî mezin e.
Wî got ku dîrok nîşan dide ku azadî bi ti awayî nikare were binpê kirin.
Jêder: Reuters