Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanchez: NATO Wê Piştgirîya ji Ukrayna re Bidomîne


Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez îro Duşemê dîyar kir ku piştgirîya NATO ya bo Ukrayna dê bidome.

Sanchez da zanîn ku Serokê Rûsya Vladimir Putin nikare li Ukayna nikare bi ser keve.

Wî got ku bo siberoja Ewrupa û cîhanê baş be ew dê piştgirîya bo Ukrayna bidomînin.

Hêjayî balkişandinê ye, karbidestên Îspanya dibêjin ew dijî Rûsya piştgirîya paketa nû ya toleyan dikin, lê Yekîtîya Ewrupa (YE) hîn li ser wê paketê li hev nekiriye.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyê berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG