Berbijarê Demokrat yê seroktîyê, Bernie Sanders ji televîzyona told MSNBC re got ku ewê di hilbijartina Mijdarê de jibo Hillary Clintonê dengê xwe bide.
Senator Sanders got ku yek ji armancên wî ew e ku Donald Trump nekeve Qesra Sipî.
“Erê. Ezê hemî tiştên ku ji destê min tên bikim ku Donald Trump têk bibim. Bi nêrîna min, eger Trump wek serok were hilbijartin, ji gelek alîyan wê bibe felaket,” he said.
Tevî ku Clinton bû namzeda fermi ya Partîya Demokratîk, Sanders kempeyna xwe ya seroktîyê didomîne û di mîtîngên seranser Amerîka de dipeyîve. Wî nêrîna hin kesan red kir ku dive ew dawî li kempeyna xwe bîne.