Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernie Sanders di Pêşhilbijartina New Hampshire de bi Ser Ket


Pêşhilbijartinên Demokratan yên bo dîyarkirina berbijarê hilbijartina seroktîyê ya Amerîka ya 2020’an didomin.

Di hilbijartina li eyaleta New Hampshire de, Senatorê Vermont Bernie Sanders bi ser ket.

Sanders piştî eşkerebûna enceman got ku ‘’Ew serketina me ya îşev destpêka dawîya Donald Trump nîşan dide’’

Pêşhilbijartina pêşî ya Demokratan li eyaleta Iowa li dar ketibû û encamên wê bi derengî hatibûn eşkerekirin.

Komîteya Partîya Demokrat ya Iowa dîyar kiribû ku di hilbijartinê de Pete Buttigieg bi ser ketiye, lê Sanders encama hilbijartinê red kiribû û îdia kiribû ku li wir wî qezenc kiriye.

Di hilbijartina li New Hampshire de, Sanders 26 ji sedê û Buttigieg jî 24 ji sedê dengan sitandin.

Cîgirê Serokê Amerîka yê berê Joe Biden bi dengên xwe ket rêza pêncan.

Li heman eyaletê, di pêşhilbijartina Komarîyan de jî Trump 83 ji sedê dengan sitand.

XS
SM
MD
LG