Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsnameya AP: Pirtir Kes ji Pişgirîya Bo Sanders re Vekirî Ne


Senator Bernie Sanders
Senator Bernie Sanders

Pirsnameyeke nû ku îro Duşemê hate weşandin, nîşan dide ku pirtir Amerîkî hîzir dikin ku di hilbijartina seroktîyê de, di nav hemî berbijarên de, herî zêde dengê xwe bidin Bernie Sanders ê Demokrat.

Pirsnameya Associated Press-GfK di navbera 31ê Adarê û 4ê Nîsanê de, bi pişikdarîya 1,076 kesan pêk hat. Ji wan beşdaran, 21 ji sedê dibêjin “ewê bê şik dengê xwe bidin Sanders” û 41 ji sedê jî dîtyar dike ku “ew hîzir dikin ku dengê xwe bidin Sanders.”

Di pirsnameyê de Hillary Clinton a Demokrat bi 50 ji sedê her du bijareyan, di rêza duyê de cîh girtiye.

Ji Komarîyan jî her du Ted Cruz û John Kasich 43 ji sedê dangan, Donald Trump jî bi 35 ji sedê dengan, di rêza dawî da maye.

Di bersîva pirsa ”Hunê dengê xwe nedin kê?” de Trump bi 63 ji sedê bûye namzetê yekê ku dengên nerazîbûna xwe li hember dîyar dikin.

Hêjayî gotinê ye, li gor heman pirsnameya meha Şubatê Trump ji alîyê 54 ji sedê ve, bûbû berbijarê ku herî pir nayê hez kirin.

XS
SM
MD
LG