Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanna Marin Dibe Serokwezîra Nû ya Fînlandîya


Parlamana Fînlandî îro Sêşemê berbijarîya Sanna Marin ya Sosyal Demokrat erê kir ku ew bibe serokwezîra nû ya wî welatî.

Di dengdanê de ji 200 hemî endamên parlamanê, 99 kes jibo piştgirîya Marin û 70 parlamanter jî dijî wê deng dan û 30 qanûndaner jî di dengdanê de amade nebûn.

Hikûmeta Fînlandî hefteya borî karvekişînê dabû, piştî ku Partîya Navendî jiber helwesta wî ya dijî greva karmendên postayê rene li Serokwezîrê Sosyal Demokrat Antti Rinne kiribû û ragihandibu ku ew nema bawerîya xwe bi wî tîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku Marin a 34 salî ye wê bibe seroka herî temenciwan ya cîhanê.

XS
SM
MD
LG