Rêvebirîya bajarê Mariupol ya Ukrayna îro Înê ragihand ku di êrîşa esmanî ya Rûsî ya di 16'ê Adarê de 300 kes hatine kuştin.
Şanoya Drama ya Herêmî ya Donetsk li Mariupolê, ku weke stargeheke dihat xebitandin, piştî êrîşeke esmanî ya di 16'ê de Adarê wêran bûbû û bi sedan kes di jêrzemînê de, nava kavilan de asê mabûn.
Wezareta Berevanî ya Rûsî bombebarankirina şanoyê yan cîhekî din ya li Mariupol red kiribû.
Di daxuyanîya karbidestên bajêr ya îro ya ser Telegramêde, hejmara mirovên kuştî ji zarê dîdevanan wek 300 kes hat ragihandin.
Lê, dîyar nebû ku ka xebatên rizgarkirina sivîlan ji bin kavilên şanoya wêrankirî temam bûye yan na û herwiha şahidên bûyerê çawa giheştine ew hejmara kuştîyan.
Ludmyla Denisova, Komîsera Mafên Mirovan ya parlemana Ukraynî gotibû ku di dema êrîşa esmanî de zêdetirî 1300 kes di avahiyê de bûn.