Lînkên eksesibilîtî

Parlamenterê HDP’ê Akdogan Behsa Qedexeya Ser Gundê Şapatanê Dike


Li gundê Şapatan ya Şemzînanê li Colemêrgê, di nav mehekê de du caran qedexa derketina derve hat îlan kirin, lê ev car qedexe bi şev heta sibê ye.

Di qedexa 6’ê mehê de, piştî ku di operasyonek de polîsekî hêzên taybet hat kuştin, li gundê Şapatanê êşkence li gundîyan hat kirin.

HDP’ê raportek li ser îdiayên êşkencê amade kir. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê, Nîhat Akdogan jî di nav heyeta HDP’ê de cî girt. Wî xuya kir ku di dema raporê de wî bi çavê xwe birinên êşkencê li ser canê gundîyan dîtine.

Akdogan da zanîn ku piştî rapora wan polîsek hat girtin û di derheqa 6 polîsan de jî lêpirsin hat destpê kirin.

Wî herwisa rexneyan li medya Tirkîyê kir û got ku “medya çavê xwe ji êşkenceyan re digire."

“Di nav mehekê de du caran qedexeya hatin, çûnê li Şapatanê hatin ragihandin. Ew yek jibo çewisandina nasnama Kurdewar ya Şapatanê ye. Bi wan qedexeyan dixwazin gundîyan neçar bikin ku cîh û warên xwe bihêlin û koçber bin.”

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

XS
SM
MD
LG