Ji Ermeniyên dawî yen Dîyarbekirê Sarkis Eken (84) û Bayzar Alata (87), piştî zewaca xwe ya 65 salan, roja Yekşemê mehra fermî birin.
Sarkîs Eken ji gundekî Farqînê ye û piştî tehcîra dema Osmanîyan, axayê gundê wan malabata wî vedişere û wan ji mirinê rizgar dike.
Eken jî xwe wekî Misilman dijî û di nasnameya wî de ola wî weh heman rengî hatiye nivîsîn.
Lê, hevjîna wî Bayzar, di nasnamê de jî Krîstîyan hatiye qeyd kirin. Loma jî ew nikaribûne mehra xwe ya fermî çêkirana.
Eken di sala 2002'yê de ola xwe di nasnamê de diguhere û wek hevjîna xwe ew jî bi fermî dibe Krîstîyan.
Di roja Paskalya deanku Rojaja Hêkesorê de, Hevşaredara Dîyarbekirê Gultan Kişanak hîn dibe ku mehra Eken û Bayzar ya fermî tuneye.
Kişanak pêşnîyar dike ku wek şaredarî mehra wan ya fermî bibirin û merasîma zewaca wan di 27'ê Nîsanê de hate kirin.
Sarkîs Eken got, ku piştî vî temenê ew ne pir bi dil e ku mehra fermî çêke, lê jibo xatirê hevjîna xwe razî bûye.