Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Ermenistanê Sarkisyan Diçe Brukselê


Serj Sarkisyan û Mikele Nikoletti
Serj Sarkisyan û Mikele Nikoletti

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan bo danûstandinên ser girjîya bi Azerbaycanê re çû Bruksel ya paytexta Belçîka.

Sarkisyan dê li Brukselê bi karbidestên Yekîtîya Ewrupa (YE) û yên NATO re bicive.

Ewê xênci Sekreterê Giştî yê NATO bi Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Derve yên YE’ê Josep Borrell û Serokê Konseya YE’ê Charles Michel re kom bibe.

Serokomarîya Ermenistane bi daxuyanîyekê ragihand ku ew ji rêberên NATO û YE dixwazin ku bo rawestandina pevçûnan û çêkirina agirbestê çi ji destê wan were bikin.

Ermenistan û Azerbaycanê do Sêşemê dîyar kiribûn ku wezîrên wan yên derve dê roja Înê li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re, bi armanca bi dawîkirina şerê li herema Nagorno-Qarabax bicivin

XS
SM
MD
LG