Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nicolas Sarkozy Hat Desteser Kirin


Serokomarê berê yê Fransa Nicolas Sarkozy ser lêpirsîna wergirtina pereyên derqanûnî ji Lîbya, hat desteser kirin.

Sarkozy ser vê lêpirsînê cara pêşî hat desteser kirin. Li gor lêpirsînê Sarkoyz di sala 2007’an de, dema hilbijartina serokomarîyê bi awayekî ne qanûnî ji Lîbya pere sitandine.

Hevkarê berê yê Sarkozy, Alexendre Djouhri çend hefteyên berê li Londonê hatibû girtin û piştre bi kefaletê hatibû berdan.

Medyaya Fransa ji zarê dozgeran dide zanîn ku Sarkozy ji rêberê berê yê Lîbya Muammer Qedafî pere sitandine.

Piştî vê îdiayê dijî Sarkozy lêpirsîn vebûbû.

XS
SM
MD
LG