Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sarwa Eziz: Pêwîstî Bi Wergerandina Helbesta Kurdî Heye Bo Zimanên Biyanî


Zimanê kurdî bi zengînbûn û pirrbûna devokên xwe ta roja îro karîbû xwe ji wendakirê biparêze, tevî ku dibin fişarek mezin deye û nebûye zimanê fermî di welatên ku kurd têde dijîn, lê belê bi keda helbestvan û dengbêjan ev ziman geş bû û ta îro li ser xwe maye.

Helbest yek ji stûnên vî zimanê ye û gellek helbestvanên jêhatî pergalên pirr cîgirtî avakirin,lê belê ev ziman nehat wergerandin bo zimanên din û ji ber wê ew tenê di nav civata kurdan de ma.

Hilmetên baş bûne bo wergerandina helebsta kurdî, lê belê têrî zimanekî wek zimanê kurdî nekiriye.

Helbestvana kurd Sarwa Ezîz yek ji wan kesên xwedî bawere ku divê helbesta kurdî wergere zimanê din û bi taybetî Ingilîzî û ji ber wê ew li ser kar û xebatên xwe berdewam dike.

Saraw li şarê Soran li herêma kurdî li Iraqê ji dayik bûye.

Di sala 2007an de bekeloryose di zimanê Ingilîzî de ji zanîngeha Selahadîn wergirtî ye.

Li welatê Birîtanya master di wêjeya Ingilîzî de wergirtî ye.

5 salan mamosta wêjeyê bû di zanîngeha Soran de.

Bi rêka programek fermî ya xwendinê karîbû were Amerîka û li eyaleta Nebraska xwendina xwe temam kir û ta nuha li wir dijî.

Sarwa beşdarî gellek çalakiyan bûye him li Birîtaniya û li Amerîka jî û bi taybetî li ser rola jina kurd di nav civatê de û wêje û dahînanê de.

Di sala 2019an de yekem berhema wê ya helbestan bi zimanê Ingilîzî derket bi navê " Remote ".

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:51 0:00


XS
SM
MD
LG