Ajansa nûçeyan a dewletê SPA dibêje Şemiyê Erebistana Saûdî di 24 demjimêrên borî de 81 zelam darve kirine, di nav wan de 7 Yemenî û yek hemwlatiyê Sûrîyê ye, bi tawanên terorîzmê û "baweriyên ciyawaz."
Di sala 2021an 67 û di sala 2020an 27 kes hatibûn darve kirirn li Erebistana Saûdî.
SPA ji daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî re ragihand ku "Ev kes ji ber tawanên cûrbecûr hatine mehkûmkirin, di nav da kuştina, jin û mêr û zarokên bêguneh hene."
Daxuyanî dibêje "Tawanên ku ji aliyê wan kesan ve hatine kirin herwiha pabendbûna wan ya digel rêxistinên terorîst yên biyanî , wekî DAIŞê, El Qaîde û Hûsiyan" hatin hejmartin.