Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûjenkirina Qanûnan li Erebistana Saûdî


Erebistana Saûdî hewl dide ku sîstema xwe ya dadwerîyê ya tund nûjen bike, lê nûjenkirin di bin siya darvekirin û riftara tund ya li dijî opozîsyonê da çêdibe, û ew jî pirsan zêde dike ka ew dê çiqasî bikarin guhertinan çêbikin.

Erebistana Saûdî bi şirovekirina xwe ya hişk ya qanûna şerî'etê ya Îslamî dihêt zanîn, ku bingeha sîstema wê ya dadwerîyê pêk tîne.

Lê di mehên dawî de ew qanûnên xwe nûjen dike ku şirovekar dibêjin dibe ku dadgehên wê wekî yên din li Rojhilata Navîn bixebitin.

Ew hewldan girêdayî rêzek qanûnên nû ye ji bo mijarên hestiyar yên wekî mafên jinan yê berdanê û hêza dadweran ji bo destnîşankirina cezayên tawanan.

Rexnegir jî qebûl dikin ku guhertin di hinek rewşan da dikare dadgehên Saûdî pêşbînîtir bike.

Lê nayê çaverê kirin ku sînorkirinên li ser azadiya axaftinê sivik bibin, anjî ku dadwerî li wî welatî dê reftareka baştir digel dijberên hikûmetê bike.

XS
SM
MD
LG