Erebistana Saudî dê îsal rê bide milyonek kes ku tevlî merasîmên Hecê bibin, piştî du salan ji bendên COVID-19 ku rê li pêş kesên ji deryî Erebistan Saudî girtibû, li gor medya dewletê ya wî welatî.
Wezareta Hec û Umra di daxuyaniyekê de ku ajansa SPA belav kir got hecaçiyên Mekê îsal divê jêr 65 salî bin û bi temamî hatibin vaksînkirin.
Hecaçiyên ji dervyî Erebistan Saudî dikarin herin Hec lê pêwîste têsteke PCR ya COVID nîşan bidin û dê pîvanên saxlemiyê werin sepandin, li gor wezaretê.
Sala borî, Erebistana Saudî Heca ku yek ji pênc stûnên bingehîn yên Îslamê ye sînordar kir bo tenê 60,000 hecaçiyên xwecihî.
Berî petaya koronayê dora 2.5 milyon kes tevlî merasîmên Hecê dibûn.
Li gor datayên fermî, serdana cihên pîroz li Meka û Medînayê di Heca hefteyekê de, berê salane 12 milyar dolar ji Erebistan Saudî re dabîn dikirin.
Jêder: Reuters