Roja Sêşemê, rayedarên Erebistana Saûdî hukmê îdamê li dijî 7 kesên ku bi tawana"avakirin û fînansekirina rêxistinên terorîst" hatibûn mehkûm kirin, îdam kirin, mediyaya fermî ya dewletê radigihîne ku ev jî bûyera îdamê ya herî mezine li wî welatî piştî darvekirina 81 kesan di Adara 2022an de.
Weke Ajansa Frans Press li gor daneyên fermî eşkere dike ku ji destpêka sala 2024'an heta niha li Erebistana Saûdî hejmara kesên bi tawana terorê hatine sêdaradan gihîştiye 11 kesan ji hejmara 29 tawanbarên heman dozê.
Di sala 2023'an de, di nava kesên hatine sêdaredan de ji wan 33 kes ji ber sûcdariya wan bi doza terorê bû.
Ajansa Nûçeyan ya Erebistana Saûdî "WAS-SPA" roja Sêşemê ji zarê Wezareta Navxweyî ya Erebistana Saûdî ragihand ku her çende nasnama tawanabran nehatîye eşkere kirin, lê gor nav û paşnavên wan di xweyê ku ew Saûdî ne û bi tawana "Li ser binemayên tundtûtûjiyê, riştina xwînê, avakirina û fînansekirina rêxistinên terorîst, hevkarî û sîxûrî kirin jibo ku rewşa ewlekariya welat têk bidin û yekîtiya welat bixin di metirsiyê de" hatine mehkûm kirin.
Wezareta Navxweyî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bersûc di navbera Kanûna 2019'an û Çileya 2022'an de hatine girtin û destnîşan kir ku piştî biryar ji aliyê Dadgeha Taybet û Dadgeha Bilind ve hat erêkirin roja Sêşemê li Riyadê hatin sêdaredan.
Li gorî Ajansa AFP 'France-Presse', Erebistana Saûdî ji ber bikaranîna zêde ya cezayê îdamê rastî rexneyan tê.
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Ai), di sala 2022'an de, Erebistana Saûdî di lîsteya welatên ku herî zêde cezayên darvekirinê pêk tînin de di rêza sêyemîn de bû.
Di sala 2022'an de Erebistana Saûdî 147 kes îdam kiribûn, di nav wan de 81 kes di rojekê de, û da zanîn ku hejmara herî mezin ya îdamkirinê di sala 2019an de hatiye tomarkirin ku 187 kes hatine sêdaredan.
Karbidestên Erebistana Saûdî dibêjin ku tawanbar gihane hemû mafên xwe yên berevanî ji xwe kirinê û mafên yasayî, û tekez kirin ku "Hikûmeta Erebistana Saûdî rijde ku ewlehiya welat biparêze, dadmendiyê pêk bîne, yasayê û fermana xwedê li dijî her kesê ku êrişî kesên bêguneh bike an xwîna wan birijîne, bi cih bîne."
Li gorî raporek hevpar ya rêxistina 'Reprieve' ya dijî cezayê îdamê ku bingeha wê li Londonê ye û Rêxistina Mafên Mirovan ya Ewropî-Saûdî ku bingeha wê li Berlînê ye ku destpêka îsal raporê xwe weşandiye dibêje, ji dema hatina Şah Selman Bin Abdulazîz ya ser desthilatê li sala 2015'ê li Erebistana Saûdî zêdetirî 1000 kes hatine îdam kirin.
Jêder: AFP/Alhurra