Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Erebistana Saudî Agirek 10 Kesan Dikuje


Berevaniya sivîl a Erebistana Saudî dibêje 10 kesan jiyana xwe ji dest da di rûdaneka agir de li kargeheka dartaşiyê li paytexta welêt Riyad.

Agirê şeva borî, sê kesên din birîndar kirin. Berevaniya sivîl li ser Tiwîtera xwe ya fermî got nasnameyên qurbaniyê agir hîn ne diyar in.

Agirkujan hewil didan agirê taxa Bedir vemrînin û çi agahiyê berferhtir nehatin ragihandin.

Hêjayî gotinê ye, sêyeka ji 30 milyon rûniştvanên Erebistana Saudî biyanî ne, ku piraniya wan ji welatên başûrê Asya ne wek Hidistan,Pakistan,û Bangladeş û bi mûçeyên kêm kar dikin.

XS
SM
MD
LG