Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saudî Dibêje Firokeke Koalisyona Wê li Yemenê Hatiye Xistin


Koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî li Yemenê îro Şemiyê got firokeka wê li herêmeke çiyayî ya bakurê welêt hatiye xistin, ku piştgirî ji bo hêzên hikûmetê li dijî serhildêran dabîn dikir.

Serhildêrên Hosî got wan bi mûşekeka pêşketî firok xistiye.

Ajansa nûçeyan a dewletê ya Erebistana Saudî ji ser zimanê peyvdarê koalisyonê Tirkî Malikî ragihand ku firoka Tornado ya hêzên esmanî yên Erebistana Saudî derengî roja Înê li parêzgeha Jewf hatibû xistin.

Raportê berferehiyên xistina firokê û ziyanên wê dabîn nekirin.

Tê zanîn şerê Yemenê di sala 2014an de dest pê kir û di encamê de ta niha 100,000 kes kuştine û bûye sedema xerabtirîn kirîza mirovahî li cîhanê.

XS
SM
MD
LG