Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Siûdî û Qeter Dibêjin Wan Rê li Êrîşên Dronan ên Îranê Girtine

Di roja heftemîn a alozîyên herêmî û êrîşên Komara Îslamî ya Îranê li ser welatên Ereb û cîran de, Wezareta Berevanîyê ya Erebistana Siûdî got ku hêzên wê rê li sê dronan li rojhilatê Riyadê girtiye û ew wêran kirine.

Derbarê çavkanîya mûşekên xwekuj de tu hûrgulîyên din nehatin dayîn.

Li alîyekî din, Qeterê got ku ew ê berdewam be li ser bersivdan û wêrankirina mûşek û dronan li qada esmanî ya xwe.

Wezareta Berevanîyê ya Qeterê di daxuyanîyekê de li ser tora civakî X’ê got ku wan êrîşeke bi dronan li ser baregeha esmanî ya el-Udeyd li başûrê rojavayê welêt asteng kiriye.

Wezareta Navxweyî ya Qeterê her wiha ji bo dabînkirina ewlehîyeke mezintir ji bo sivîlan, avahîyên niştecîbûnê li dora balyozxaneya Amerîkayê vala kirine.

Di rojên dawî de, Komara Îslamî ya Îranê bi sedan mûşek û dron avêtine welatên Ereb û welatên din ên cîran, di nav de Tirkiyê û Azerbaycanê.

Pêla êrîşên Komara Îslamî ya Îranê li ser welatên herêmê jiyana gelek welatîyên asayî xistiye metirsîyê.

XS
SM
MD
LG