Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwaringehên Erebistana Saudî Êdî Mêr û Jinan ji hev Cuda Nakin


Li Ererbistana Saudî êdê pêwîst nake jin dergehên ciyawaz ji ên mêran bikar bînin ji bo derbarsûna xwaringehan û êdî ji wan nayê xwestin ku li beşên paşîn rûnin, li gor pîvanên nû yên hikûmetê, ku pêşketineke berbiçav e di bendên mihafizkar ên welêt ên bi dehan sal de.

Biryara ku cudabûneke diyar di navbera jin û mêran de jinav dibe, îro di daxuyaniyeke wezareta karûbarên gund û şaredariyan de hate ragihandin.

Di demekê de ku xwaringeh û qawexaneyên bajarê deryayî Jiddeh û hotêlên binavûbangên Riyada patext berê rê didan ku jin û mêr bi azadî bi hev re rûnin, ev biryara nû rê li pêş hestdariya vê mijarê digre, bi taybetî di nava kesên ku cudabûna jin û mêran wek pêwîstiyeke ayînî dibînin.

Xwaringeh û qawexane li Erebistana Saudî, di nav de jî yên Rojavayî yên wek Starbucksê, niha beşên wan ên cuda hene. Hin beş ji bo jinan û malbatan û hin jî tenê ji bo mêran in.

Di nav pîvanên ku hatî ragihandin de, jinavbirina daxwazên cudakirina dergehên malbatan û mêran li xwaringeh û qawexaneyan.

XS
SM
MD
LG