Rêberên welatên Ereb û misilman îro Şemîyê li hilcivîna hevpar ya Îslamî-Erebî ya li paytexta Erebistana Saudî Rîyadê ser şerê Gazayê nêrîn û helwestên welatên xwe dîyar kirin
Rêberan bi gelemperî banga rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li Gazayê kir û Îsraîl wek berpirsa "tawanên" dijî Filistînîyan pênase kir.
Daxûyanîyên hin ji wan rêberan bi wî rengî ne:
Welîehdê Erebistana Saudî Mihemed Bin Selman ku mazûvanîya hilcivîna awarte dike, dîyar kir ku Erebistana Saudî "şerê hovane yê dijî birayên me yên li Filistînê" bi tundî şermezar û red dike.
Wî anî ziman ku Îsraîl berpirsa tawanên ku "dijî gelê Filistînê hatine kirin" e û banga dawîkirina demûdest ya ya operasyonên leşkerî yên Îsraîlê kir.
"Em bi karesateke mirovî re rûbirû ne ku di rawestandina binpêkirinên eşkere yên Îsraîlê yên qanûnên navdewletî de, têkçûna Civata Ewlekarîyê û civaka navneteweyî piştrast dike,"wî got.
Wî herwiha daxwaza rakirina dorpêça ser Gazayê û serbestberdana dîlên di destê Hamasê de kir.
Serokê Desthilatdarîya Filistînî Mehmûd Ebbas dîyar kir ku Filistînî bi "şerekî jenosîdê yê bêhempa re rûbirû ne".
Ebbas bang li Amerîka kir ku zextê li Îsraîlê bike da ku êrîşa xwe ya ser Gazayê rawestîne.
Wî herwiha got ku li hember êrîşên Îsraîlê pêwîstîya Filistîniyan bi parastina navneteweyî heye.
Mîrê Qatarê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî ragihand ku welatê wî ji bo azadkirina dîlên Îsraîlî yên di destê Hamasê de, hewlên navbeynkarîyê didomîne.
Al Sanî dîyar kir ku Qatar hêvîdar e ku di demek nêz de agirbestek mirovî li Gazayê çêbe.
Wî anî ziman ku di rewşa Gazayê de, civaka navneteweyî di cihanîna berpirsyarîyên xwe yên hiqûqî û exlaqî de têkçûye.
"Wê heta kengî civaka navneteweyî bo Îsraîlê wek ku ew li ser qanûnên navneteweyî ye, tevbigere," wî pirsî.
Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî banga agirbesteke domdar ya lezgîn kir û got ku divê agirbesta li Gazayê bê sînordarkirin û merc pêk were.
"Cezakirina komî ya gelê Gazayê nayê qebûlkirin û bi xweparastinê yan bi îdiayên din nayên rewakirin. Divê Îsraîl demûdest dev ji wan kiryaran berde," wî got.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Hilcivînê ragihand ku bo çareserîya mayînde ya kêşeya di navbera Îsraîl û Filistîniyan de, divê konferanseke aştiyê ya navneteweyî were darxistin.
"Tişta ku li Gazayê ji me re hewce dike, ne rawestana şer ya du saetan e, pêdivîya me bi agirbesteke mayînde heye," wî got.
Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî ji ber "berxwedana wê ya dijî Îsraîlê" koma çekdar ya Filistînî Hamas silav kir.
"Ji bilî berxwedana dijî Îsraîlê ti rêyeke din nîne. Em destên Hamasê jibo berxwedana wê ya dijî Îsraîlê maç dikin,"wî got.
Reîsî herwiha bang li welatên misilman kir ku, bi sedema operasyonên wê yên niha li Gazayê artêşa Îsraîlê wek "rêxistina terorê" bi nav bikin, û dijî Îsraîlê toleyên aborî deynin.
Hêjayê gotinê ye ku 57 welatên Ereb û misilman beşdarî Hilcivîna awarta ya hevpar li Rîyadê dibin ku ser banga welîehdê Erebistana Saudî Mihemed Bin Selman pêk tê.
Jêder: Reuters, AP