Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters Dibêje Rîyad û Şam di Demeke Nêz de Balyozxaneyên Xwe Vedikin


Esad li Îmaret (Arşîv)
Esad li Îmaret (Arşîv)

Ajansa Reuters îro Pêncşemê ragihad ku Sûrîye û Erebistana Saudî hevbîr bûn ku balyozxaneyên xwe jinûve vekin ku jêderên agahdar dibêjin ew yek wê alîkar ku Sûrîye vegere nava Yekîtîya Erebî.

Jinûve avakirina peywendîyên navbera Rîyad û Şamê di normalkirina têkîlîyên dewletên Erebî yên bi bi Esad re wê bibe pêşketina herî girîng.

Jêderên agahdar dibêjin ku her alî wê piştî eyda Ramazanê û di nîva meha Nîsanê de amadekarîya jinûve vekirina balyozxaneyan dikin.

Li gor çavkanîyên xwecîhî û dîplomatekî li Kendavê, ev biryar di encama hevdîtinên li Erebîstana Saudî bi karbidestekî payebilind yê îstixbarata Sûrîyê de pêk hatiye.

Reutersê got ku ne hikûmeta Saudî ne jî ya Sûrî bersîva ajansê ya şîrovekirina wê mijarê daye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî di sala 2018an de balyozxaneya xwe li Şamê vekiribû û tim digot ku divê dewletên Erebî nûnertîyên xwe yên dîplomatîk li Sûrîyê xurt bikin.

XS
SM
MD
LG