Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Erebistana Saudî Dibêje Koalîsyonê Êrîşa Husîyan Asteng Kiriye


Medya dewleta Erebistana Saudî ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Saudîyan derengê roja Pêncşemê rê li ber çar dronên bombebarkirî yên Husîyan girtine û ew tune kirine.

Li gor medya dewletê, koalîsyonê roketeke balîstîk ya Husîyan ya ber bi Jazan ya li başûrê Erebistana Saudî hatiye firandin jî tune kiriye.

Koalîsyona bi pêşengîya Saudîyan di sala 2015’an de may li Yemenê kiribû, piştgirî dabû hikûmeta serokê welêt Hadî yê ladayî û dijî Husîyên bi piştgirîya Îranê şer kiribû.

Husîyan hîn berpirsîya êrîşan negirtiye ser xwe, lê tê zanîn ku ew bi dron û roketan êrîşan dibe ser Erebistana Saudî.

XS
SM
MD
LG