Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîmeke Tirk bo Lêgerînê Ket Xanîyê Konsulê Saudî ya li Stenbolê


Xanîyê konsulê Erebistana Saudî ya li Stenbolê
Xanîyê konsulê Erebistana Saudî ya li Stenbolê

Tîmeke pisporên Tirk îro Çarşemê ketin nav xanîyê konsulê Erebistana Saudî ya li Stenbolê.

Kamerevanekî Reutersê ku li cîhê bûyerê ye, got ku tîmên pispor wek beşekê lêpirsîna hindabûna rojnamevan cemal Xaşiqcî ketin nav avahîyê.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu demeke zûtir ya îro gotibû ku ew bi hêvî ne ku îro cara yekê têkevin nav xanîyê konsulê Saudî.

Polîsên Tirk, roja Sêşemê, cara yekê piştî hindabûna Xaşikcî, ketibûn nav avahîya kosulxanê û bi qasî neh seatan lêgerînê kiribûn.

XS
SM
MD
LG