Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Piştgirîya Saudîyan ya ji Sûrîyê re Dilgeş E


Wezareta Derve ya Amerîka dilgeşîya xwe dîyar kir ku Erebistana Saudî 100 mîlyon dolar piştgirî dide avakirina herêmên Sûrî ku ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatine rizgar kirin.

“Ev piştgirîya xurt ku di demeke girîng de tê, bo aramî û hewlên jinûve avakirinê pir watedar e,” daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka got.

Wezareta Derve bang li hevalbend û havkarên Amerîka kir ku piştgirî bidin hewilên cîhanîna aramî û ewlekarîya herêmî.

“Îstiqrar, ewlehî û normalkirina mercên jîyanê pir girîng e ku DAIŞ careke din nikare xwe zindî bike , Sûrîyê wek bingeha gefkirina ser gelê herêmê û plankirina êrîşên terorîstî yên dijî civata navnetewî bixebitîne,” daxuyanî bi berdewamî got.

Piştgirîya diravî ya Saudi di vê demê de tê ku Serokê Amerîka Donald Trumpli dixwaze alîkarîya derve ya bo programên li Sûrîyê, Kenara Rojava û Gaza kêmtir bike.

XS
SM
MD
LG