Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Tedbîrên Dijî Cureya Nû ya Korona Hefteyeke Din Dirêj Dike


Erebistana Saudî tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa ya korona ya ku berê li Brîtanya hatibû dîtin, hefteyeke din dirêj kir.

Li gor vê dirêjkirinê sînorên Erebistana Saudî dê hefteyeke din girtî bin.

Rêvebirîya Rîyadê di 21’ê Berfanbarê de hemî hatinên ber bi welêt ve rawestandibûn.

Ketina hindurê Erebistana Saudî her çiqas qedexe be jî, bîyanên li welêt ger bixwazin dikarin ji wir derkevin.

Di vê peyvajoyê de bi tenê bo firokên kargo destûr hebû ku berpirsên Saudî dibêjin ku ewê veguhastin wek berê bidome.

Li Erebistana Saudî heta niha pirtir ji 362 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 6185 kes bi wê mirine.

Erebistana Saudî ji destpêka şewba vîrusa korona bo serdanên hec û umreyê jî destûrê nade, lê berpirsan di mehên borî de bi tenê bo kesên li welêt rê dabûn herin hec û umreyê.

XS
SM
MD
LG