Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Derîyên Xwe bo Turîstan Jinûve Vedike


Erebîstana Saudî derîyên xwe bo turîstên bi vîza jinûve vedike.

Wezareta Turîzmê ya Erebistana Saudî bi daxuyanîyekê ragihand ku turîstên ku vîzayên wan hene dê karibin ji 1’ê Tebaxê pê ve di hindur welêt kevin.

Li gor daxuyanîya wezaretê, turîstên ku testên wan yên vîrusa korona negatîf in û vaksînkirî ne bê ku di karantînê kevin dê karibin derbazî Erebistana Saudî bibin.

Erebistana Saudî dê kesên vaksînên Pfizer, AstraZeneca, Moderna, Johnson & Johnson li xwe dane qebûl bike.

XS
SM
MD
LG