Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona bi Pêşengîya Erebîstana Saudî li Yemenê Êrîş Bir Ser Kampa Leşkerî


Husîyên li Sana li ber termekî
Husîyên li Sana li ber termekî

Koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî, ku li Yemenê dijî serhildayên Hûsî şer dike, li Sana ya paytaxt di êrîşeke esmaî de bi kêmî vê 15 kes kuştin û 30 kesên din jî birîndar kirin.

Karbidestan dîyar kir ku koalîsyonê êrîş biriye ser kampeke leşkerî ya serhildayan û di êrîşê de jimareke avahîyan hilweşîyane û bi dehan kes di bin kavilan de mane.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî, ji 2015’an vir ve dijî Hûsîyên Şîa yên bi piştgirîya Îranê şer dike.

Di şerê navxweyî yê Yemenê de 10,000 kes hatin kuştin û 3,000,000 kes jî ji warên xwe bar kirin. Jiber şer sîvîlên Yemenê bi xelayê re rû bi rû mane.

Herî dawî Serokomarê Yemenê yê berê Alî Abdullah Salih ji alîyê serhildayan ve hatibû kuştin û girjî jinûve gurtir bûbû.

XS
SM
MD
LG