Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Destûr Neda Xwepêşandanên bo Ramin Hossein Panahi


Ramin Hossein Panahi
Ramin Hossein Panahi

Girtîyê sîyasî yê Kurdê Îranê, Ramin Hossein Panahi sala borî ji alîyê rejîma Îranê ve hat girtin û hatibû ragihandkin ku wê roja Pênçşemê were darve kirin

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li hember vê yekê li pêşîya Balyozxaneya Îranê ya Enqerê di nava çalakîyê de bû, lê walîtî biryara qedexe kirinê da.

Polîsan ji xwepêşanderan re got ku ewê destûrê nedin vê çalakîyê û ligel parlementera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu re axifîn.

Kerestecîoğlu û endamên partîya wê bûn armanca lêdana polîsan û ji ber derîyê balyozxanê hatin dûrxistin

Di çalakîya Stenbolê ya li pêşîya Balyozxaneya Îrane ya Stenbolê ji parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk bû armanca tundûtûjîya polîsan û 4 kes ji hatin binçav kirin.

Çelîk helwesta tund ya polîsan rexne kir û got ku polîs li gor qanûnên tev nagerin.

“Li gor qanûnên Tirkîye, daxuyanî dayîn mafê mirovan e û dikare li her derê were xebitandin. Hevalên me ku xwestin daxuyanîyê bidin, dijî hiqûqê hatin binçav kirin û di heman demê de li min xistin.”

Di dawîya xwepêşandana HDP’ê de mesaja vîdyoyî ya Panahi hat nîşandan ku ew tê de dibêje ku "Ez jibo azadîya Îranê û bi taybetî ji bona Kurdistanîyan şer dikim."

Hêjayî bîrxistinê ye ku Panahi yê 24 salî di 23’ê Hezîrana 2017’an de birindar hatibû girtin û dû re bi rojan êşkence li wî hatibû kirin.

Dadgeha Îranî piştî demeke dirêj bi tawana endambûna rexistina çekdarî û dijberîya xwedê, cezayê sedarêkirinê li wî birîbû.

Gelek rexistinên sîvîl daxwaz ji Îranê dikin ku darvekirina Panahi bisekîne.

XS
SM
MD
LG