Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresmen Scalise Vedigere Kongresê


Kongresmenê Amerîkî Steve Scalise, piştî ku di 14'ê Hezîranê de bûbû armanca êrîşeke çekdarî, cara yekê îro Pêncşemê vegerî Civata Nûneran.

Scalise, dema ket hindurê salona Kongresê bi çepikên xurt yên hevkarên xwe hate pêşwazî kirin.

Ofîsa Scalise ragihand ku ewê di Civata Nûneran de axaftinekê bike û di dengdanê de jî cîh bigire.

James Hodgkinsonê 60 salî di dema hîndarîya beysbolê teqe li Scalise kiribû û ew bi giranî birîndar kiribû. Doktoran hîngê tirsîbû ku jiber birînên giran, xeterîya mirinê hebû.

Êrîşvan Hodgkinson li cîhê bûyerê, jiber birînên xwe hatibû kuştin, piştî ku hêzên ewlekarî teqe li wî kiribû.

Di heman êrîşê de gule li 3 kesên din hatibûn barandin û 2 kes jî bi sivikî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG