Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sakîne Cansiz û Hevalên Wê li Amedê Hatin Yadkirin


Indian paramilitary soldiers take shelter during clashes with Kashmiri stone throwers in Srinagar, Indian-controlled Kashmir.
Indian paramilitary soldiers take shelter during clashes with Kashmiri stone throwers in Srinagar, Indian-controlled Kashmir.

Di salvegera sisêyan ya qetilkirina her sê sîyasetvanên jin yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê, Tevgera Jina Azad (DOKH) li Amedê çend bernameyên yadkirinê û xwepêşandanek protestoyê lidar xist.

Di 8'ê mehê de jibo bîranîna wan li Navenda Cegerxwînê belgefîlmek hat nişandan û jinên hunermend konsertek dan. 9ê mehê de jî xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin.

Tevî hebûna berf û sermayê, bi hezaran kes li Qada Batikentê kom bûn û di deste wan de maskên hersê jinan ber bi Qada Îstasyonê ve meşîyan.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Şirnexê Selma İrmak, Hevseroka Partîya Herêmên Demokrat (DBP) Emîne Ayna û Bajravana Amedê Gultan Kişanak axaftinek kirin.

Hevseroka KCD’ê Selma İrmak helwesta dewleta Fransayê rexne kir û got Parîs çima dibe mekanê kuştinên sîyasî.

İrmak got, jiber ku ev qetlîam nehat ronîkirin qetlîma li ser kovara Charlie Hebdo jî pêk hat.

Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna jî got hêvîya wan tuneye ku Tirkîye û Fransa wê qetlîamê ronî bikin jiber ku mirov nikare ji kujeran hêvîyê bike.

“Heta bingeha sîyaseta demokratik çênebe û dewlet dev ji hizra plana qetilkirina gerilayan bernede, herwiha rêya sîyasete ji PKK'ê re venebe, wê çareserî jî pêk nêye.”

Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak jî got, li paş wê qetliamê hêzên tarî yên dewletê hene ku ew tehamulê dexwaza azadîya gelê Kurd nakin.

Kişanak jî balê kişand ser qirkirina Parîsê ya hember kovana Charlie Hebdo û wiha peyîvî:

“Dema ku Sakine wan hatin qetil kirin me bang li cihanê kir û me got heta ku ev kuştin neyên ronî kirin wê buyerên tarî yên bi vî rengî di nav welatên we de jî rû bidin.”

XS
SM
MD
LG