Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Pêncşemê ji parlamana welêt bang li Çînê kir ku çekan nede Rûsya.
Scholz ji Çînê xwest ku givaştinê li Serokê Rûsya Vladimir Putin bike ku ew hêzên xwe ji Ukrayna vekişîne.
‘’Gelo Putin jî amade ye ser aştîyeke rewa danûstandinê bike? Heta niha nîşana vê çênebûye. Peyama min zelal e. Divê Çîn çekan nede Rûsya û bandora xwe ya li ser Moskowê bi kar bîne ku hêzên Rûsî ji Ukrayna derkevin."
Scholz dîyar kir ku ew xemgîn e ku Çînê heta niha jî xwe ji şermezarkirina Rûsya dûr xistiye.
Welatên Rojavayî kiryarên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin û di wî şerî de bi Kîevê re ne.
Jêder: AFP