Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz: Protestoyên li Fransa Fikaran Çêdikin


Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz dîyar kir ku ew rewişa li Fransa bi fikaran dişopînin.

Çaverê bû Serokomarê Fransa Emmanuel Macron do Yekşemê serdana Almanya bikira.

Macron ew serdan jiber protestoyên li Fransa paş xist ku piştî kuştina ciwanekî bi eslê xwe ji Afrîqaya Başûr ya ji alîyê polîsekî ve destpê kiribûn.

Scholz ji kanala ARD ya Almanya dîyar kir ku bêaramîya li Fransa ew xistine fikarên kûr.

‘’Her çiqas dîmen pir xembar bin jî ez ne li bendê me ku Fransa bikeve rewişeke bê îstiqrar. Ez bawer dikim ku Macron wê bi awayekî serketî careke din aramîyê çêke."

Wezareta Derve ya Almanya bang li hemwelatîyên xwe yên diçin Fransa di asteke bilind de hişyar kir ku baldar bin.

Wezaretê ji hemwelatîyan xwest ku bi qasî ji dest wan tê ji herêmên tundûtûjîyan dûr bisekinin.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG