Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ragihand ku Yekîtîya Ewrupa (YE) dixwaze alîkarîyê bide Ukrayna jiber ku şer di rewişeke dijwar de y.
Scholz dîyar kir ku YE li kelêka Kîevê ye.
Scholz ser helwesta Macaristanê jî got ku hewildanên wê yên bo astengkirina alîkarîyan wê serketî nebin.
‘’Ew kesên ku difikirin ku bi astengkirina polîtîkayên derve û yên ewlekarîyê zararê bidin nirxên YE dê bi ser nekevin’’ Scholz got.
Macaristan di rojên borî de ji YE xwestibû ku piştgirîya diravî nede Kîevê, loma jî
YE alîkarîyên jibo wî welatî rawestandibû.
Scholz herwiha dîyar kir ku toleyên dijî Rûsya wê heta ku serokê wî welatî Vladimir Putin di şer de pêgir be, bidomin.