Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Alman Scholz Soza Daxistina Bacan Dide


GERMANY-POLITICS-G7-SUMMIT
GERMANY-POLITICS-G7-SUMMIT

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Pêncşemê ser buhabûna enerjîyê soza daxistina bacan da.

Almanya û Rûsya ser gazê hîn li hev nekirine û ew yek jî dike ku welatîyên Alman ser buhabûna gazê nerazîbûnên xwe nîşan bidin.

Scholz li Berlînê ji rojnamevanan re da zanîn ku ewê welatîyên xwe bi tenê nehêlin û terka wan Nekin.

Wî da zanîn ku ewê di demên pêş de bala xwe pirtir bidin ser enerjîya tê nû kirin.

Ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayan vir ve Ewrupa bi krîza gazê re rûbirû maye.

Scholz da zanîn ku Almanya welatê aramîyê ye û ewê bo krîza gazê jî çareserîyan bibînin.

XS
SM
MD
LG