Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Scholz Dibêjin Metirsîya li Dora Ukrayna Didome


(arşîv)
(arşîv)

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz bi rêka telefonê ser rewişa dawî ya girjîya Rûsya û Ukrayna axifîn.

Qesira Sipî dîyar kir ku Biden û Scholz derbarê hêzên Rûsya yên li nêzî sînorê Ukrayna danûstandin kirine.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden û Scholz dane zanîn ku ger Rûsya, Ukrayna dagir bike ewê baskê rojhilata ya NATO xurttir bikin.

Her du rêberan dane zanîn ku ew girêdayî yekîtîya axa Ukrayna ne û bala wan li ser serwerîya wî welatî ye.

Berdevikê hikûmeta Alman Steffen Hebestreit jî got ku Scholz û Biden bal kişandine ser metisîya li sînorê Ukrayna.

Hebestreit dîyar kir ku her du rêber jî dibêjin ku rewişa li sînorê Ukrayna ‘’pir cidî’’ ye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya do Çarşemê hin dîmenên vekişîne weşandibûn, lê karbidestên Amerîkî û Ewrupî bi guman li wan dîmenan dinêrin.

XS
SM
MD
LG