Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz: Hevbendên NATO Wê Piştgirîya ji Ukrayna re Bidomînin


Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Çarşemê li Madrîdê dîyar kir ku hevbendên NATO wê piştgirîya ji Ukrayna re bidomînîn.

Scholz dîyar ku hevbendên NATO heta ku hewce be, wê dijî Rûsya çekan bidin Ukrayna.

''Xêncî dewletên li vir kom bûne, hin dewletên din jî bo Ukrayna berevanîya xwe bike piştgîrîyê didin wê ku ew tiştekî rind e.'' Scholz ji rojnamevanan re got.

Wî da zanîn ku gelek welatên cîhanê bi alîkarîya mirovî û dayîna çekan piştgirîya Ukrayna dikin.

Scholz dîyar ku welatên cîhanê bi awayekî zelal raber dikin ku heta ku pêwîst be ewê piştgîrîyê bidin Ukrayna.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser operasyonên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava tevgerên Moskowê wek dagirkirin dibînin.

XS
SM
MD
LG