Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz: Putin ji Geşbûna Demokrasîyê Ditirse


Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin ji geşbûna demokrasîyê ditirse û dixwaze welatên Ewrupa ji hev veqetîne.

Scholz di hevpeyvînekê de ji rojnameya Muenchner Merkur de da zanîn ku divê Putin qebûl bike ku komên demokrasîyên yên bi hiqûq roj bi roj nêzî qadên wî dibin.

''Ew bi awayekî eşkere ji wan çirûskan ditirse ku li welatê wî belav dibin,'' Scholz got.

Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova jî ji medya civakî da zanîn ku berê çend caran çirûskên Almanan hatine ser wan, lê ewê nehêlin ku şewat çêbin.

Scholz dîyar kir ku ew piştgirî dide Ukrayna ku ji Yekîtîya Ewrupa (YE) statuya berbijarîya endambûnê bi dest xwe ku Komîsyona Ewrupa hefteya borî ew pêşnîyaz kiribû.

Wî da zanîn ku buhayê enerjîyê zêde bûye û ewê demeke dirêj wisa bimîne. Wî îdîayên ser qutkirina gaza Rûsya red kir.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir û Moskow ji wê çaxê vir ve bi toleyên berfireh yên welatên Rojava re rûbirû dimîne.

XS
SM
MD
LG