Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz: Ger Statuya Taywanê Biguhere Divê Ew Aştîyane Be


Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz di serdana Çînê de ser rewişa Taywanê axifî.

Scholz di preskonferansekê de, ku bi hemtayê wî yê Çînî Li Keqiang re li dar ket, dîyar kir ku Almanya li gor yekbûna Çînê tevdigere û bo herêmê jî aştî û îstiqrarê dixwaze.

Wî da zanîn ku ger statuya Taywanê biguhere jî divê ew guherîn bi rêkên aştîyane û lihevkirina dualî çêbe.

Taywan dide zanîn ku ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de serbest e, lê Çîn îdia dike ku Taywan beşeke axa wê ye.

Di rojên borî de karbidestên Amerîkî serdana Taywanê kiribûn û dabûn zanîn ku ewê Taywanê li hember Çînê bi tenê nehêlin.

Berpirsên Çînî jiber serdana karbidestên Amerîkî nerazîbûneke tund nîşan dabû û hîndarîyên leşkerî yên li dora Taywanê berfireh kiribû.

XS
SM
MD
LG