Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Ewrupî bo Brîtanya Civîneke Awarte Dar Dixe


Serokê Parlemana Ewrupî Martin Schulz, piştî zelalbûna encamên referanduma Britanî got ku ewê roja Sêşemê civîneke awarte li dar bixin ku biryara hilbijerên Birtanî gotûbêj bikin.

Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier jî li Berlînê got ku encama referandumê nûçeyeke ne baş e û bo Ewrupa û Brîtanya rojeke xemgîn e.

Piştî encama referandimê, Brîtanya wê bibe endama yekê ku ji Yekîtîya Ewrupa ya 28 welatan derkeve. Brîtanya piştî Almanya dewleta herî hêzdar ya Yekîtîya Ewrupa ye û di Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de xwedîyê kursîyeke herdemî ye.

Pispor dibêjin ku derketina Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa wê ji wê hevalbendîyê re bibe darbeke mezin ku di rewşa heyî de bi kêşeyên hêdîbûna mezinbûnê, rêjeya bilind ya bêkarî, krîza penaberan, sistîya aborîya Yunaustanê û alozîya li Ukrayna rû bi rû ye.

XS
SM
MD
LG