Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskarê Bîranînên Trump Îdia Dike ku Ewê Ta Dawîya Salê Kar Berde


Tony Schwartz, nivîskarê pirtûka ser bîranînên Serokê Amerîka Donald Trump, îdia kir ku Trump dê heta dawîya sale karvekişîna xwe bide.

Nivîskarê ku di 1987’an de bîranînên Trump, di ‘’The Art of The Deal’’ de berhev kiriye, da zanîn ku seroktîya wî bi awayekî nefermî, bi dawî bûye.

Schwartz li ser Twitterê îdia kir ku berî vekolîna ser maytekirina Rûsya ya di hilbijartina seroktîya Amerîka de biqede, Trump dê karvekişîna xwe bide.

‘’Seroktîya Trump ji alîyê kiryarî ve qedîyaye. Ger heta dawîya salê li ser erka xwe bimîne ezê heyirî bibim. Yan di payîzê de, yan jî berî wê, ewê ji seroktîyê vekişe.’’

Schwartz bi berdewamî da zanîn ku çembera dor Trump bi awayekî lezgîn teng dibe. Wî eşkere kir ku serokê berê FBI Robert Mueller, ku vekolîna Rûsya dimeşîne, û Kongres dê serkeftinên xwe li hember Trump ragihînin.

Schwartz jibo ku bîranînên Trump binivîse, 18 meh bi Trumpê karsaz re gerîyabû û pirtûka wî ya bîranînan ketibû lîsteya pirtûkên ku pir tên firotin.

Schwartz sala borî, dema kempenya hilbijartinê ji kovara The New Yorker re gotibû ku ew poşman e ku bi Trump re xebitîye.

XS
SM
MD
LG