Rêvebiriya Serokê Amerîka Joe Biden gavan diavêje ji bo berfirehkirina dabînkirina Paxlovid, dermanê rizgarkerê dijî-vîrusa COVID-19, ji ber ku ew hewl dide pizîşkan piştrast bike ku piştgiriyeke têr heye ji bo mirovên ku di metirdiya nexweşiya giran an mirinê de ne bi sedema vîrusê.
Paxlovid, ku ji hêla Pfizer ve hatîye dabînkirin, yekem car di Kanûnê de hate pejirandin. Pêşkêşkirina wê di destpêkê de pir kêm bû, lê ji ber ku bûyerên COVID-19 li seranserê welêt kêm bûne û çêkirineke zêde ji dermên re heye, ew naha behtir e.
Koşka Spî niha gavan davêje da ku gihîştina wê hêsantir bike û roja Sêşemê got ew xwe digihîne pizîşkan da ji wan re bêje ku tu carî xwe ranegirin di dayîna vî dermanî de bo nexweşên ku rewşa wan rê dide.
Her wiha tê ragihandin ku dê derman êdî rasterast li dermanxaneyan were belavkirin, ji bilî kenalên belavkirinê yên ku ji hêla dewletê ve têne rêvebirin.
Tê pêşbînîkirin ku hefteya bê hejmara bingehên belavkirinê ji 20,000 bike 30,000 û piştre jî hejamer bibe 40,000 bingeh.